Ensarullah: Me Li Yemenê ÎHAyekî casûsî yê ku aîdê Amerîqayê ye xist xwarê

Ji teref Ensarullahê ya Yemenê ve hat daxuyandin ku ew li Yemenê balafira bêînsan yê ku aîdê Amerîqayê ye xistin xwarê.

Ekleme: 08.03.2022 15:40:28 / Güncelleme: 08.03.2022 15:40:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yahya Serîyê rayedarê leşkerî yê Ensarullahê daxuyand ku ew, di encama operasyonekî yê ku li wîlayeta Haccayê kirin de balafirekî bêînsan yê ku aîdê Amerîqayêye xistin xwarê.

Serî di berdewama daxuyanîya xwe de got ku ÎHAya ku ketîye xwarê ji tîpa "Scan Eagle" yê ku ji casûsîyê re tê şixulandin.

Serî di axavtina xwe de îddîayên “Ensarullah hedefên sîwîlan ji bona armanca leşkerîyê dixebitîne” yê ku ji teref koalîsyona ku bi pêşîvanîya Sûîdêyê ye hatîye îddîakirin jî derewand û got ku ev îddîa ji teref koalîsyonê ve ji bona ku ji êrîşên xwe re bike sebep hatîye îddîakirin.

Serî di axavtina xwe de got ku, “Êrîşên koalîsyona Siûdî yên ku li cîhên sîwîlan û li tesîsan dike, ew ê îradeya xelqê Yemenê nikaribe qut bike. Em bal dikşînin ku ew ê van êrîşan bêbersiv û bêciza nemînin.” (ÎLKHA)