Îşxalkeran, li Xezzeyê di nav salekî de 60 pîrekan qetil kir

Navenda Heqên Însanan yê El-Mîzan, raporek belav kir û di raporê de hat destnîşankirin ku rejima îşxalker li Xezzeyê di nav salekî de 60 pîrekan şehîd kir û ji wan 60 pîrekan 22 heban jî hê zarok bûn.

Ekleme: 08.03.2022 14:20:29 / Güncelleme: 08.03.2022 14:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Navenda El- Mîzanê di rapora ku belav kir de derheqê wehşeta rejima îşxalker a ku li ser pîrekan kirîye de gelek agahîyan da.

Di raporê de hat daxuyandin ku rejima sîyonîst û îşxalker, li Xezzeyê di navbera 8ê Adarê sala 2021an û 8ê Adarê sala 2022yan de 4 pîrekan bi guleyên topê û 56 pîrekan jî bi fuzeyan şehîd kir.

Di berdewama raporê de hat ragihandin ku 645 pîrek jî di êrîşên rejima îşxalker de birîndar bûn û ji wan pîrekan 248 kesan jî hê zarok bûn.

Hat destnîşankirin ku rejima sîyonîst, di nav salekî de mala 742 pîrekan jî xira kir. (ÎLKHA)