Rejima sîyonîst û îşxalker desteserkirina Filistînîyan didomîne

Rejima îşxalker û sîyonîst, li çend herêmên Şerîaya Rojava û li Qudsê êrîş li malan kir û di encama wan êrîşan de gelek kesan desteser kir û Filistînîyek jî birîndar kir.

Ekleme: 08.03.2022 10:55:28 / Güncelleme: 08.03.2022 10:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di nav wan kesên ku rejima îşxalker wan desteser kir de zarok û êsîrên ku gihîştine azadîya xwe jî hene.

Li gorî agahîyên ku hatinde bidestxistin rejima îşxalker li Ramallahê jî êrîş bir li ser Misilmanan û li bajaroka Beytunyayê jî Halîd Ebû Behayê ku 13 sal di zindanên rejima îşxalker de mabû jî desteser kir.

Di encama êrîşên ku li taxên cuda hat kirin de gelek kes hatin desteserkirin. (ÎLKHA)