Serwîsa xwendekaran li tirê qelibî: Mirîyek û 12 birîndar

Li navçeya Guneysuya Rîzeyê, serwîsa xwendekar li tira ku parqkiribû qelibî, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 07.03.2022 15:25:31 / Güncelleme: 07.03.2022 15:25:31 / Xeberen Kurdi / Rize Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, serwîsa xwendekar ê ku di bin qontrola Îsmaîl Biyik da bû li Taxa Portakallikê li tirekî yê ku parqkiribû qelibî.

Di encama qezayê de jê 3 giran tev de 13 kes birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan, lê Fatma Biyik a ku wezîfedara serwîsê bû canê xwe ji dest da.

Hat hînbûn ku rewşa 2 birîndarên xwendekar jî giran e. (ÎLKHA)