Li Rûsyayê ji ber çalakiyên li dijî şer nêzî 5 hezar kes hatin binçavkirin

Hat diyarkirin ku hejmara kesên di çalakiyên protestoyî yên duh ên li Rûsyayê de hatin binçavkirin gihîştiye 5 hezarî.

Ekleme: 07.03.2022 10:25:27 / Güncelleme: 07.03.2022 10:25:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî nirxandina saziya sivîl OVD-Info, li 60 bajaran çalakî hatin lidarxistin. Li gorî daneyên rêxistina navborî di 11 rojên dawî de li seranserê Rûsyayê zêdeyî 10 hezar kes hatin binçavkirin.

Li gorî agahiya ajansa nûçeyan a Ria ya Rûsyayê ya li ser daneyên Wezareta Karên Hundir tenê li Moskovayê 1700 kes hatin binçavkirin.

Xwepêşandanên li dijî şer li seranserê welêt qedexe ne. (ÎLKHA)