Li Meksîkayê di navbera du alîgiran de pevçûn pêk hat: 17 mirî û 22 birîndar

Li Meksîkayê di navbera alîgirên du heb qlûbên cûda de pevçûn pêk hat, di encama pevçûnê de 17 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 07.03.2022 10:15:29 / Güncelleme: 07.03.2022 10:15:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku pevçûn li stadyûma La Corregîdorayê di navbera alîgirên taximên Queretaro û Atlasê de pêk hat.

Hat ragihandin ku pevçûn di deqîqeya 62yemîn de pêk hat û di encama pevçûnê de 17 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku lîstik ji ber sedema pevçûnê hat betalkirin. (ÎLKHA)