Li Sûrîyeyê êrîş li otobûsa leşkerî hat kirin: 13 mirî û 18 birîndar

Hat destnişankirin ku li bajara Palmîraya Sûrîyeyê êrîş li otobûseke leşkerî hat kirin, di encama êrîşê de 13 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 07.03.2022 10:09:30 / Güncelleme: 07.03.2022 10:09:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji ajansên nêzê rejimê ne hatine bidestxistin li otobûseke yê ku leşker tê de bûn li herêma çolê ya bajara Palmîrayê êrîş lê hat kirin.

Hat ragihandin ku di encama êrîşê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 13 leşker canê xwe ji dest dan û 18 leşker jî birîndar bûn.

Êrîş ji teref ve kê hatîye kirin hê nayê zanîn û tu kes jî hê li êrîşê xwedî derneket. (ÎLKHA)