Li Hewlêrê ji ber toz û xubarê bi hezaran kes berê xwe dan nexweşxaneyan

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û li derdora wê toz û xubar her ku diçe tesîra xwe zêdetir dike.

Ekleme: 05.03.2022 17:20:32 / Güncelleme: 05.03.2022 17:20:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber toza ku li temamê Hewlêrê hakim bûye bi hezaran kes bi şikleke menfî tesîrdar bûn û berê xwe dan nexweşxaneyan.

Tê diyarkirin toz û xubar bes ne li temamê Herêma Kurdistanê li tevahîya Iraqê jî tesîrdar e.

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Wezareta Tenduristîyê yê Iraqê ve hat ragihandin ji wan kesên ku serî li nexweşxanê dane heta niha 2 kes canê xwe ji dest dane.(ÎLKHA)