Di qaseya tirê de 88 koçber hatin qefaltin

Li navçeya Elcewaza Bêdlîsê ji teref cendermeyan ve di rê de xebatên lêgerînê hat kirin, di encama xebatê de di qasa tirekî de 88 koçber hatin qefaltin.

Ekleme: 05.03.2022 14:30:40 / Güncelleme: 05.03.2022 14:30:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Walîtîyê ve derheqê meselê de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku koçberên hatine qefaltin piştî muameleyên wan ew ê bên şîyandin Midirtîya Koça Bajar a Bêdlîsê û weha berdewam kir, “Ji teref endamên Ferdmandarîya Cendermeya Bajar a Bêdlîsê ve li ser rêya Edîlcewaz-Çîmenlîyê de lêgerîna rê hat tertîpkirin. Di nav tireke yê ku di bin qontrola R.E. de bû de jî lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de di qasa tirê de jê 85 koçberên Efxenî û 3 Bangladeşî tev de 88 koçber hatin qefaltin. Şofêrê ku hat tespîtkirin ku sazûmankarîya qaçaxçîtîyê dike jî hat binçavkirin.” (ÎLKHA)