Li Keşmîrê erebeyek li kendalê qelibî: 4 mirî

Erebeyek li Keşmîrê ya ku di bin îşxala Hîndîstanê da ye li kendalê gêr bû û qeza kir, di encama qezayê de 4 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Ekleme: 05.03.2022 14:25:29 / Güncelleme: 05.03.2022 14:25:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku erebeyekî ya ku 5 kesên ji malbatekî tê de bûn li herêma Sambaya bajara Srînagarê li kendalê gêr bû.

Di encama qezayê de 4 kes canê xwe ji dest dan û şofêr jî giran birîndar bû.

Hat ragihandin ku derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)