Barzanî di salvegera 31emîn a Raperînê de peyamek belav kir

Di peyama ku di 31emîn salvegera Raperînê de ji teref Serokê PDKê û Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin “Raperîn yek ji serwerî û destkeftên giranbihayên gelê Kurdistanê.”

Ekleme: 05.03.2022 14:25:29 / Güncelleme: 05.03.2022 14:25:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Temamê metna peyama Barzanî wisa ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta sîh û yekemîn salvegera raperîna mezin a gelê Kurdistanê pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û yek û bi yekê welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim.

Raperîn yek ji serwerî û destkeftên giranbihayên gelê Kurdistanê, serhildana xelkê ya li dijî dam û dezgehên sîtemkar û dagîrkeran peyameke gelek rûn û zelal bû ku ji bilî hebûna zulm û sîtemê, xwesta azadîxwazî û rûbirûbûna sîtemkariyê herdem li kûrahiya dilê mirovê Kurd da hebû û dimîne. Şanaziyeke dinê raperînê yekrêziya gel û Pêşmerge û aliyên siyasî û plan û dûrbîniya serkirdayetiya siyasiya Kurd bû. Ev yekrêzî bûye faktereke bihêz ku li serdemeke aloz û tarî da serkeftin û azadî bê mîsoger kirin.

Raperîn ji bo gelê Kurd derfet bû bo ku cîhan li êş û azarên gelê Kurdistanê agahdar bibê û ji bo parastina gelê Kurdistanê hengavên kirdarî bavêje. Her wiha derfeteke bêwêne bû ji bo piştbestina bi şiyanên gelê Kurdistanê û wergirtina wan mafên ku salên dûr û dirêj hatibûn desteserkirin.

Raperîn hilgirê biha û waneyê mezin bû. Li raperînê da gelê Kurdistanê, mînaka biha û rewştbilindî û çanda xwe jî pêşanî cîhanê û navçeyê da. Bi hezaran serbazên artêşa rejîmê ketin destê xelk û Pêşmerge, lê belê bi tenê yek kes jî nehat azardan û serpişk kirin ku biçin derveyê welat, yan li Kurdistanê bimînin, yan vegerine nava hikûmetê.

Li bîranîna raperîna mezina bihara 1991 ê Kurdistanê da tekez li ser peyama aştî û azadîxwaziya gelê Kurdistanê dikîn. Ev peyam divê ji bo heta hetayê bilind û zîndî bimîne.”(ÎLKHA)