Li Malîyê 27 leşker hatin kuştin

Li Malîya welatê Efrîqaya Rojava di encama êrîşa ku li leşkergehekî hat kirin de 27 leşker mirin.

Ekleme: 05.03.2022 11:20:29 / Güncelleme: 05.03.2022 11:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref artêşa Malîyê ve daxuyanîyeke nivîskî hat belavkirin, di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin bi tevî erebeyeke ku bombe tê de hebû êrîş li leşkergehekî yê ku li herêma Mondoroya di nav welat da ye hat kirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku piştî êrîşa erebeya bi bombe pevçûn pêk hat û di encama pevçûnê de 27 leşker canê xwe ji dest dan û herî kêm 33 leşker jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku di encama meseleyê de 7 leşker winda bûn û 70 êrîşker jî hatin bêtesîrkirin. (ÎLKHA)