Ji ber barîna berfa zêde rêyên 1389 gundan û gundikan hatin girtin

Ji ber berfa ku doh êvarê dest pê kirîye rêyên 1389 gundên girêdayê Agirî, Erzirom, Erzîncan, Qers û Erdexenê hatin girtin.

Ekleme: 05.03.2022 09:25:30 / Güncelleme: 05.03.2022 09:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li herêma Rojhilatê doh êvarê berfekî zêde barî û rêyên gundan jî ji ber berf û bapûkê hatin girtin.

Hat destnîşankirin ku li Agirîyê rêyên 116, Erzîromê 990, Erdexanê 183, Erzîncanê 89 û Qersê jî 11 gundan hatin girtin.

Ji teref şaredarîyê ve hat daxuyandin ku ji bona wan rêyên ku hatine girtin bên vekirin xebatên vekirinê berdewam dike. (ÎLKHA)