Li Endonezyayê veqetînxwazan 8 karkeran kuştin

Li wîlayeta Papuayê ya Endonezyayê 8 karker di encama êrîşên veqetînxwazên bi çekdar de canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 04.03.2022 13:15:28 / Güncelleme: 04.03.2022 13:15:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref rayedarên polês yên wîlayeta Papuayê ve hat daxuyandin ku li herêmên Puncak Regency, Boegayê êrîş li karkerên şîrketekî yê telekomînîkasyonê hat kirin, di encama êrîşê de 8 kes mirin.

Rayedaran di daxuyanîya xwe de destnîşankirin ku êrîş ji teref veqetînxwazên Papuayê ve hat lidarxistin.

Hat destnîşankirin ku di dema borî de çend car ên dinê jî ji teref veqetînxwazan ve êrîş li tesîsê hat kirin. (ÎLKHA)