Rusya Sentrela Nukleer a Zaporîjayê bi dest xist

Sentrela Nukleer a Zaporîjayê ya li Ukraynayê ya sentrala herî mezin ê ku ji teref Rusyayê ve êrîş hat kirin û ji teref leşkerên Rus ve hat bidestxistin.

Ekleme: 04.03.2022 11:09:58 / Güncelleme: 04.03.2022 11:09:58 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Mifettîşîya Sazkirina Nukleerên Dewlet ya Ukraynayê ve hat daxuyandin ku hêzên çekdar yên Rusyayê Sentrela Nukleer a Zaporîjayê bi dest xistin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku personelên sentralê rewşa herêma bi zehmetî teqîp dikin û ji bona ku ew herêm bixebite xebatan dikin.

Doh di seatên êvarê de Rusya êrîş li sentrelê kiribû û di sentrelê de pevçûn pêk hatibû, di encama pevçûnê de jî şewat derketibû.

Dmîtro Kulebayê Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê derheqê îhtîmala teqîna sentrelê de destnîşan kiribû ku, dema ku di sentrela nukleer a herî mezin ya Ewrupayê de teqîn pêk were, ew ê 10 qet ji fecîaya Çernobîlê mezintir bibe. (ÎLKHA)