Di meha Sibatê de 6 Filistînî hatin şehîdkirin, 800 kes jî birîndar bûn

Rapora meha Sibatê ya sala 2022yan yê ku derheqê pevçûn û berxwedanên ku li Quds û Şerîaya Rojavayê de hatine kirin hat belavkirin.

Ekleme: 04.03.2022 09:50:30 / Güncelleme: 04.03.2022 09:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî raporê, di meha Sibatê de di encama êrîşên sîyonîstan ku li Şerîaya Rojava û Qudsê kirîye de 6 Filistînî hatin şehîdkirin û 800 kes jî birîndar bûn.

Di nava vê mehê de 210 Filistînî ji teref sîyonîstan ve hatin êsîrgirtin û di nav wan kesan de jî ji 19 kesan re qirara têketina zindanên îşxalker, ji 7 kesan re cizaya hepsa malê, ji 8 kesên dinê re jî qedexekirina têketina Mescîdî Eqsayê hat dayîn.

Di meha Sibatê de ji Mescîdî Eqsayê re 3 hezar û 907 car êrîş hat kirin.

8 mal ji teref îşxalkeran ve bi destê Filistînîyan hat xirakirin û 13 mal jî bi dozeran hat xirakirin. (ÎLKHA)