Serwîsa karkeran qelibî: 6 kes birîndar bûn

Li Bîlecîkê serwîsa ku karkerên febrîqeyê tê de bûn qelibî, di encama qezayê de 6 kes birîndar bûn.

Ekleme: 03.03.2022 14:35:13 / Güncelleme: 03.03.2022 14:35:13 / Xeberen Kurdi / Bilecik Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsa ku plaqa wî 11 AU 822 ye di seatên serê sibê de ji ber ku  şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li navçeya Soguta Bîlecîkê qeza kir.

Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de Melîh Şen, Elif Durmaz, Murat Bayraktar, Harun Yildiz, Betul Ulger û Mehmet Uluirmak birîndar bûn.

Bi xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin û birindaran jî bi ambûlansan rakirin nexweşneyên Bozuyuk û Sogut ê.

Hat ragihandin ku derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)