Zelensky: Nêzîkî 9 hezar leşkerên Rûsyayê hatin kuştin

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku di nava hefteyekê de 9 hezar leşkerên Rûs hatine kuştin.

Ekleme: 03.03.2022 08:40:31 / Güncelleme: 03.03.2022 08:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Zelenskiy di axaftina xwe ya ji gel re de diyar kir ku wan di nava hefteyekê de planên Rûsyayê yên ji bo Ukraynayê têk birin û wiha got: "Me planên ku bi salan amade kiribûn têk bir. Dagirker ber bi malên xwe ve direvin."

Zelensky got, " Dagirker dê bersiva pêwîst ji Ukraynayan bistînin." (ÎLKHA)