Leşkerên rejima sîyonîst li qîzikeka Filistînê xistin û di ‘erdê de kaş kirin

Leşkerên rejima îşxalker û sîyonîstên ku êrîş li Filistînîyan dikin, qîzikeka ya ku nikaribû xwe biparasta di’erdê de kaş kirin.

Ekleme: 02.03.2022 13:40:30 / Güncelleme: 02.03.2022 13:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Leşkerên rejima îşxalker û sîyonîst, êrîş li Filistînîyên ku bi minasebeta salvegera Îsra û Mî’racê li Bab al-Amudê kom bûbûn kirin.

Di encama êrîşan de gelek kesên ku di nav wan de 2 heb zarok jî hebûn birîndar bûn, hinek kes jî hatin desteserkirin.

Komela Hîva Sor a ku li Qudsê ye destnîşan kir ku di encama êrîşan de herî kêm 31 kes birîndar bûn, di nav wan birîndaran de pitikekî yê ku 6 mehî bû jî heye.

Ji alîyê din ve êrîşkirina rejîma îşxalker ya li qizîkeka biçûk kir jî bi vîdeoyê hat kişandin. Leşkerên rejima îşxalker li qîzikeka ya ku nikaribû xwe biparasta darb kirin û wê di’erdê de kaş kirin. (ÎLKHA)