KM: Li Ukraynayê 136 sîwîl canê xwe ji dest dan

Ji teref Koma Miletan ve hat daxuyandin ku li Ukraynayê di encama êrîşên Rusyayê de heta niha jê 13 kes zarok, herî kêm 136 sîwîl canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 02.03.2022 11:20:25 / Güncelleme: 02.03.2022 11:20:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Lîz Throssella Berdevka Komisertîya Bilinda Heqên Însanî ya KM daxuyand ku di herbê de qasê 400 sîwîlan jî birîndar bûn.

Throssell di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku hêjmarên bi rastî dibe ku ji van hêjmaran  zêdetir be, piranîya mirînê jî ji ber avêtina topan, êrîşên asîmanî û bi bombeyên dinê ne.

Hikumeta Ukraynayê jî di daxuyanîya xwe de gotibû ku heta niha 352 sîwîl mirin û 1.684 sîwîl jî birîndar bûn. (ÎLKHA)