Xelq: Em Herzogê sîyonîst naxwazin ku bê Tirkîye

Xelq li Enqereyê, bang li Receb Tayyîb Erdoganê Serokkomarê yê Tirkîyeyê kir û got ku em dawxwaz dikin ku Yîtzak Herzogê ku ji rayedarên rejima sîyonîstê îşxalker e, bila li Tirkîyeyê neyê pêşîwazîkirin.

Ekleme: 02.03.2022 09:50:30 / Güncelleme: 02.03.2022 09:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bertekên ku ji bona hatina Yîtzak Herzogê ku ji rayedarên rejima sîyonîstê îşxalker e re tên nîşandan zêde dibe û berdewam dike.

Koçbûna Cihuyan, ji Dewleta Filistînê re cara yekem di tarîxa 1882-1903yan de bi sîstematîkî hat destpêkirin û ji ber vê yekê li Filistînê roj bi roj nifûsa Cihuyan zêde bû.

Misilmanan jî ji hatina Yîtzak Herzogê serokê rejima îşxalker a ku di tarîxa 1914an de heta niha Dewleta Filistînê îşxal dike re bertek nîşan didin.

Cumalî Karagaçê welatîyê Tirkîye derheqê meselê de axivî û di axavtina xwe destnîşan kir ku ew bi salan li ‘erdên Filistînê yên ku hatine îşxalkirin şixulîye û ji ber vê yekê ew wan Cihuyan gelek baş nas dike û weha berdewam kir, “Ez 7 sal li rejima îşxalker, tel ‘evîv û Xeyfeyê mam. Min li Mescîdî Eqsayê nimêj kir lê êdî taqeta me ji vê zilmê re nemaye. Em ji neyartîya ku rejima îşxalker dike re êdî nikarin bisekinin.”

Xelqên ku ji hatina Yîtzak Herzogê serokê rejima îşxalker re bertek nîşan didin ji wan yek jî Sadik Gokgoz e û derheqê hatina wî serokê sîyonîstan de weha got, “Dawetkirina Herzogê ku ji teref Tirkîye ve hatîye kirin, ji qelbê xelqê Tirkîyeyê re wek xencerekî ku tê re çikandin e. Ev mesele çawa hemû misilmanan xemgîn kirîye min jî xemgînî kir. Em qethîyyen dawetkirina rejima îşxalker a ku ew qatila pitikan e qebûl nakin. Em ji mezinên dewletê daxwaz dikin ku bila bi lez û bez dev ji  vê xeletîyê berdin.”

“Em ji Birêz Serokkomar re daxwaz dikin ku bila vê dawetkirinê betal bike”

Mehmet Tunc ê ji xazîyê Mavî Marmarayê ye jî di axavtina xwe de bi bîr anî ku wan sîyonîstên ku destê wan tije xwîn e, 70 salî zêdetire Filistînîyan qetil dike û li axavtina xwe weha berdewam kir: “Rejima îşxalker a ku destê wî tije xwîne di sala 2010an de êrîş li gemîya Mavî Marmarayê kir û 70 sal e vê qetlîamên xwe berdewam dike. Em bi navê Xazîtîyê yê Mavî Marmarayê, hê xemgînîya ku Şîmon Perez hatibû Tirkîye û di Meclîsê de xeber dabû bîrva nekirîne li ser de jî xemgînîya hatina Yîtzak Herzogê derket, lê em ji vê meselê re gelek gilîdar dibin. Ev tişt wek xençerê ye ku ji qelbê me re hatîye çikandin. Çîmkî ew çeteyên terorî ne û destê wan bi xwîn e. Em li çar alîyê dinyayê dibînin ku ew wek çeteyan êrîş li can, mal û namûsên Misilmanan dikin. Ji ber vê yekê ku hatina van însanan yên li Tirkîyeyê jî tu feyde wan tuneye. Encex zirara wan heye. Ji ber vê yekê em ji rayedaran û ji Serokkomar re daxwaz dikin ku bila dawet kirina wan betal bikin.”

Celaleddîn Yurtoglu jî di axavtina xwe de ji hatina Herzog re bertek nîşan da û weha got, “Em Herzogê li welatê xwe naxwazin. Ji xwe dewletek yê ku navê wî îsraîle tuneye. Ew rêxistinekî yê herî mezin e.”

“Hatina Herzogê yê li Tirkîyeyê ji bona me bextreşî ye”

Savaş çelîk jî di axavtina xwe de destnîşan kir ku dev ji hatina wan berdin gerek sefaretxaneya wan jî li welatê me bê rakirin, “Hatina Herzogê yê li Tirkîyeyê ji bona me bextreşî ye, ev tişt cara duyemîn e ku çêdibe. Çûna serokkomarê rejima îşxalker a duyemîn li kîjan welatê Îslamê heye ez nizanim. Bi rastî jî îqtîdarekî me yê ku dibêje ez Misilmanim heye. Îran, dema ku bûbû Komarîya Îslamê pêşî sefaretxaneya rejima îşxalker girt û di cîhê wî de Sefaretxane ya Filistînê vekir. Vê hikumetê jî 20 sale li îqtîdarê ye, me alîkarîyekî wî yê ciddî ku li Filistînê kirîye nedîtîye. Di van demên ku dawîya îqtîdara wan tê de, dawet kirina serokkomarê rejima îşxalker bextreşîyekî bi cîddî dibînim. Ez bi vê meselê gelek bi gilî dibim.”

Hasan Muhsîn Telek jî di axavtina xwe de detsnîşan kir ku di dinyayê de wek Herzogê ku serokê rêxistinekî yê herî mezin e ku însan bi çavên xwe bidîne tuneye, “Gavekî avêtina vî însanê jî yê li ‘erda Tirkîyeyê ku xwedîyê xelqekî bi şeref li ser wî ‘erdê dijîn, ji namûs û heysîyeta me re heqaret e. Em vê heqaretê qethîyyen qebûl nakin û em vê meselê jî hezm nakin. Em vê tiştê ji xelqê dinê re dibêjin îjarê ev tişt wa tê serê me û em vê meselê qebûl nakin. Em li hember vê tiştê disekinin û qethîyyen vê tiştê qebûl nakin. Eşkereye ku em bi xelqîtî jî li hember vê tiştê ne.” (ÎLKHA)