HUDA PAR: Hemû minasebetên ku bi rejima îşxalker re hene bila bi lez û bez bên qutkirin

Ji teref HUDA PARê ve derheqê minasebetên ku bi rejima îşxalker re hene de daxuyanîyek niviskî hat belavkirin.

Ekleme: 02.03.2022 09:40:28 / Güncelleme: 02.03.2022 09:40:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Hemû minasebetên ku bi rejima îşxalker re hene bila bi lez û bez bên qutkirin”

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku rejima îşxalker a li ser ‘erdên Filistînê qetlîam û îşxalên xwe didomîne, nukleerên avêtî jî li hember Filistînîyan wek çek dixebitîne. Rejima îşxalker nukleerên avêtî dike bin ‘erdê û di encama wî de jî her sal bi sedan mirov ji ber qansêrê canê xwe ji dest didin.

Di daxuyanîyê de li ser qetlîamên rejima îşxalker ku bi her şeklî li ser Filistînîyan dike jî bal hat kişandin û weha hat gotin, “Li hember îşxalkerên ku ew hemû hiqûq û qanûnên însanî nahesibîne hêna jî gavekî yê ku mirov bi çavan bibîne nehatîye avêtin. Îşxala rejima sîyonîst, ne ku li ser Filistînê tenê ye, rejima îşxalker di her firsetê de êrîşên xwe yên ku li Sûrîyeyê dike jî berdewam dike. Rejima sîyonîst a ku bi gotin gotîye ew ê hêjmarên yekîneyên sîyonîstan li ser ‘erdên Girên Golanê zêde bike, bi êrîşkirina fîîlî yên li ser ‘erdên Sûrîyeyê jî hiqûqa navneteweyîyê nahesibîne. Eger ku ew rejima îşxalker neyê sekinandin, ew ê wek vîrûsê belav bibe û ew ê hemû welatên Îslamê jî ji îşxal û ji qetlîaman para xwe bigrin. Hemû minasebetên ku bi rejima îşxalker re hene bila bi lez û bez bên qutkirin. Bila hevkarîyekî herêmî bê sazkirin û li hember rejima îşxalker tedbîrên sîyasî û leşkerî bên girtin.”(ÎLKHA)