ÎHO EBRAR li Malîyê “Bizina bi Şîr” belav kir

ÎHO EBRARê ku Organîzasyona Alîkarîya Însanî ya Navneteweyîyê ye,di encama wan xebatên alîkarîya însanî de li Bamakoya paytexta Malîyê ji malbatên mixtac re “Bizina bi Şîr” belav kir.

Ekleme: 02.03.2022 09:40:28 / Güncelleme: 02.03.2022 09:40:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

ÎHO EBRARê ku li çar alîyê cîhanê bi taybetî li Efrîqayê ji mexdûran re alîkarîyê dike, li Malîyê ji alîkarîyan xwe re berdewam dike.

Di çend rojên berî de alîkarîya xwarin, alîkarîya meddî, şîva germ, emelîyatên katarakt, nezir û sedeqeyan belav kiribû.

Vê carê jî li kampên Bamakoya paytexta Malîyê di çarçova projeya “Bizina bi Şîr”, wan alîkarîyên ku ji teref xêrxwazan ve hatine şandin ji miltecîyên mixtac re wek bizinên bi şîr belav  kir. (ÎLKHA)