Li Kîevê fuze li depoya lojîstîkê ket: 28 kes mirin

Êrîşên Rusyayê ku li Ukraynayê dike di roja 6emîn de jî berdewam dike, di encama fuzeya ku li depoya lojîstîkê ket de 28 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 02.03.2022 09:30:31 / Güncelleme: 02.03.2022 09:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku yekîneyên Rus li Kîeva paytext bi fuzeyên balîstîk êrîş li depoya lojîstîkê kir. Depoya ku melzemeyên jîyanê tê de bûn bi fuzeyan xira bû û di teqîna ‘ewilde 6 kes tev de 28 kes canê xwe ji dest dan.

Volodîmîr Zelenskîyê Serokê Dewletê yê Ukraynayê destnîşan kiribû ku yekîneyên Rus, depoyên lojîstîkê hedef digre û di wan de jî zirarên mezin pêk hatin. (ÎLKHA)