Li Enqereyê operasyona tîryakê hat li darxistin: 303 kes hatin binçavkirin

Ji teref Midirtîya Ewlehîya Bajar ve hat destnîşankirin ku di encama operasyona ku di nav hefteyekî de hatin kirin de 303 şikdar hatin binçavkirin û ji wan jî 36 kes hatin girtin.

Ekleme: 02.03.2022 09:30:31 / Güncelleme: 02.03.2022 09:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Operasyon, ji teref Ekîbên Micadeleya Sûcên Narkotîkê ve di tarîxa 21-27ê Sibatê de li giştîyê bajêr hat kirin û 303 şikdar hatin qefaltin.

Di encama operasyonan de 850 grem metamfetamîn, 800 grem eroîn, 600 grem esrar, 400 grem bonzaî û 4 hezar û 100 heb hebên tîryakê hatin bidestxistin.

Hat ragihandin ku di encama operasyonan da ji wan 303 şikdaran 36 kesên wan piştî muameleyên wan hatin şîyandin dadgehê û hatin girtin. (ÎLKHA)