Li Xarkîvê avahîya Şaredarîyê hat bombekirin: 10 mirî û 20 birîndar

Rusya, li Kîevê bi bombe êrîş li avahîya Şaredarîyê kir û di encama êrîşê de 10 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 02.03.2022 09:25:25 / Güncelleme: 02.03.2022 09:25:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hêj di dema mizakereya ku li sînora Belarusê dihat kirin de tu encamek derneket, lê li herêmê jî pevçûn bi şîddet berdewam dike.

Hat desnîşankirin ku Rusya li bajara Xarkîvê avahîyeke şaredarîyê bombe kir. Li gorî dîyarîyên ‘ewil di encama bombekirinê de 10 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku li herêmê xebatên rakirina enqazê û lêgerîn-xelaskirinê berdewam dikin. (ÎLKHA)