Ukrayna ji Rusyayê re şertên aştîyê got: Bi tevî Donbass û Kirimê hemû yekîneyên xwe bikşînin

Ji teref rayedarên Ukraynayê ve hat destnîşankirin ku, di mizakereyên ku bi Rusyayê hatin destpêkirin de şertên wan ev bûye ku bila Rusya yekîneyên xwe digel ên li Donbass û Kirim ji hemû ‘erdên Ukraynayê derxin.

Ekleme: 28.02.2022 17:45:31 / Güncelleme: 28.02.2022 17:45:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Oleksîy Arestovychê Şêwirmendê Volodîmîr Zelenskîyê Serokê Dewlet yê Ukraynayê di qenalekî televîzyonê de derheqê mizakereyên ku di seatên serê sibê de di navbera Rusya- Ukraynayê de hatîye destpêkirin de daxuyanîyek da.

Arestovych di daxuyhanîya xwe de weha got, “Şertên me eşkere ye. Em niha nikarin detayên xwe bibêjin encex em daxwazîya agirbest û vekişîna yekîneyên Rus dikin. Donbass û Kirim jî di nav vê yekê de ye.” (ÎLKHA)