HUDA PAR: Divê Tirkiye ji şerê navbera her du kolonyalîstan dûr bisekine

HUDA PARê derheqê şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de daxuyanîyek belav kir û geşedanên dawî nirxand.

Ekleme: 28.02.2022 17:25:14 / Güncelleme: 28.02.2022 17:25:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin:"Her çiqas di navbera Rûsya û Ukraynayê de şer biqewime jî, di eslê xwe de şerê serweriyê yê di navbera Rûsya, DYA û NATOyê de berdewam dike. Divê Tirkiye ji vî şerê ku di navbera her du dewletên kolonyalîst de diqewime dûr bisekine.”

"Divê welatên îslamî demildest yekînîyên xwe ava bikin"

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, Rûsyaya ku bi mehan e amadekariyên şer dikir, ev 5 roj in ji hewa û bejahiyê êrişa xwe ya li ser cîranê xwe Ukraynayê didomîne û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Ev êrîşa ku armanca wê dagirkirina Ukraynayê ye, tu hinceta wê nîne. Di zahir de şer di navbera Rûsya û Ukraynayê de jî diqewime, lê belê di rastiyê de şerê hakimîyetê ye ku berî vê demeke dirêj di navbera Rûsya, Amerîka û NATOyê de destpê kiriye. Ev şer şerê qirêj a emperyalîstan e, ku dixwazin cîhanê bixin bin hegemonyaya xwe, bi ser gel û dewletên din de bigirin. Amerîka û cîhana rojava ji roja ewil ve teşwîqê şer kirine, ji aliyekî ve Rûsya û ji aliyê din ve jî Ukrayna tehrîk kirine, wî dudilî nekiriye ku soza piştgirî û alîkariyê bide Ukraynayê, lê dema şer dest pê kir, wî soza xwe negirt û Ukrayna bi Rûsyayê re bi tenê hişt.

Wek her carê NYê nikarîbû Rûsyayê ji ber neheqiya di mekanîzmaya biryardayînê de mehkûm bike. Xaleke din a balkêş jî ew e ku nûnerê Rûsyayê ji ber êrişên Rûsyayê serpereştiya civîna Neteweyên Yekbûyî dike ku bi lezgînî hatiye lidarxistin. Careke din hate dîtin ku NY bi vê pêkhatina xwe, bi rastî çavkaniya sereke û rewakerê zilm û neheqiyê li cîhanê ye. Ji ber vê yekê ne pêkan e ku li cîhanê aştî tesîs bibe. Divê ev sazî  demildest bê guhertin. Divê gelên bindest ên cîhanê bi taybetî jî welatên Îslamî demildest yekîneyên xwe ava bikin. Hêzên emperyal ji xeynî berjewendiyên xwe tu carî nebûne xwedî armanc. Divê Tirkiye ji vî şerê du dewletên kolonyalîst ên cîhanê dûr bisekine." (ÎLKHA)