Li Entabê li dijî tîryakfiroşan operasyon hat kirin: 31 kes hatin girtin

Li Entabê ji teref polêsan ve li dijî tîryakfiroşan operasyon hat lidarxistin, di encama operasyonan de 389 şikdar hatin binçavkirin û ji wan şikdarên ku hatine binçavkirin 31 kes jî hatin girtin.

Ekleme: 28.02.2022 16:45:34 / Güncelleme: 28.02.2022 16:45:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Midirtîya Ewlehîya Bajar ve daxuyanîyek nivisî hat belavkirin û di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku li dijî tacirên “jehrê” operasyon hat kirin.

Di encama operasyonan de tiştên ku di edresan de di encama lêgerînê de hatin bidestxistin ev in; 4 kîlogram û 527 grem tîryakê sentetîk, 2 hezar û 476 heb hebên tîryak, 792 grem esrar, 586 grem eroîn, 7 heb terazîyên hessas, çekek û tivingek hatin bidestxistin.

Hat destnîşankirin ku di encama operasyonan de 31 kes jî hatin girtin û hatin şîyandin girtîgehê, şikdarên dinê jî hatin berdan. (ÎLKHA)