Rûsya: Me 1067 navendên leşkerî hedef girt

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku piştî êrîşê wan li Ukraynayê 1067 navendên binesaziya leşkerî hatine hedefgirtin.

Ekleme: 28.02.2022 08:40:31 / Güncelleme: 28.02.2022 08:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Orgeneral Îgor Konaşenkov di daxuyaniyekê de ragihand ku ji destpêka êrîşên li ser Ukraynayê heta niha hezar û 67 navendên binesaziya leşkerî hatine hedefgirtin.

Konaşenkov da zanîn ku 27 navendên fermandariyê û navendên ragihandinê yên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê, 38 pergalên parastina hewayî yên mûşekên hewayî û 56 stasyonên radarê hatine îmhakirin û dû re wiha got: "Tenê îro 7 fuzeyên dijî hewayî, yek ya ku S-300 e, li nêzî bajarê Kramatorskê sîstemek hat îmhakirin. Li nêzî Çernîgovê 3 balafirên bêmirov ên Bayraktar TB-2 hatin xistin."(ÎLKHA)