Li Vîetnamê keştiya turîstan binav bû: 13 mirî, 4 winda

Di encama binavbûna keştiya li bajarê Hoî Anê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî winda bûn.

Ekleme: 28.02.2022 08:25:31 / Güncelleme: 28.02.2022 08:25:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî çavkaniyên herêmî, keştiya turîstan a ku ji Girava Cu Lao Cham ber bi Hoî An ve diçû, ji ber sedemeke nediyar binav bû.

Di encama binavbûna keştiya ku 39 kes tê de bûn de, 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî hatin rizgarkirin.

Lêgerîna 4 kesên winda berdewam dike. (ÎLKHA)