Biden: Yan Şerê Cîhanê yê Sêyem yan jî ceza

Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de nirxandinan kir.

Ekleme: 27.02.2022 09:40:29 / Güncelleme: 27.02.2022 09:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Biden diyar kir ku cara ewil e ew mueyîdeyên li ser Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn tetbîq dikin û wiha got: "Du rê li ber me hene. Ya em ê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bidin destpêkirin û bi Rûsyayê ra şerekî tam bikin, ya jî em ê bedel bidin dayîn dewletekî ku hiqûqa navneteweyî bin pê dike.”

Biden diyar kir ku tu kes ne li bendê ye ku mueyîdeyên aborî û siyasî yên li ser Rûsyayê encamên lezgîn bidin û bandora van mueyîdeyan dê di demeke dirêj de were dîtin.

Biden diyar kir ku armanca Rûsyayê parçekirina NATOyê bû lê bi ser neket. (ÎLKHA)