NY: Heta niha 64 sivîl hatine kuştin û 176 jî birîndar bûne

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OCHCR) ragihand ku li Ûkraynayê 64 sivîl hatine kuştin û 176 jî birîndar bûne.

Ekleme: 27.02.2022 09:15:28 / Güncelleme: 27.02.2022 09:15:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîşên Rûsyayê yên li ser gelek bajarên Ûkraynayê dewam dikin.

OCHCR di daxuyaniyekê de ragihand ku ji ber êrîşên Rûsyayê heta niha 64 sivîl hatine kuştin û 176 jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ji ber hedefgirtina binesaziyan, bi sedan kes bê ceyran û av mane, hat diyarkirin ku zêdeyî 160 hezar Ukraynayî ji cih û warên xwe bûne û hewl dane ku welêt biterikînin. (ÎLKHA)