Kesên ku li Kîevê rîayetî qedexeya derketina kolanan neke dê wek dijmin bên hesibandin

Serokê Şaredariya Kîevê ya paytexta Ukraynayê Vîtalî Klîçko ragihand ku li bajêr qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Ekleme: 26.02.2022 15:25:30 / Güncelleme: 26.02.2022 15:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Operasyona leşkerî ya Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê di roja sêyemîn de didome. Ji ber pevçûnên dijwar ji her du welatan jî însan jiyana xwe ji dest dan.

Li paytext Kîevê ku pevçûnên tund lê qewimîn heta 28ê Sibatê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.

Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko derbarê qedexeyê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û ragihand ku li bajêr qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Wekî din, Klitschko diyar kir ku kesên ku di vê saetê de li derve ne, dê ji koma dijmin werin hesibandin. (ÎLKHA)