Dr. Nevvaf Tekrûrî: Ger Kabe hêla me ya nimêja me be, Mescîda Eqsa jî hêla me ya cîhadê ye

Serokê Komîteya Alimên Filistînê Dr. Newwaf Tekrûrî wiha got: "Kabe ew hêl e ku di nimêjê de em berê xwe didinê. Mescîda Eqsa jî hêla me ya cîhadê ye, cîhad qibleya me ye."

Ekleme: 26.02.2022 14:40:31 / Güncelleme: 26.02.2022 14:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di çarçoveya Hefteya Qudsê ya Cîhanê de bi pêşengiya ÎTTÎHADUL ULEMA Civîna Alimên Navneteweyî ya ji bo Qudsê hat lidarxistin.

Di danişîna ewil a bernameyê ya ku li Navenda Giştî ya ÎTTÎHADUL ULEMA ya Diyarbekirê hat lidarxistin de Serokê Lijneya Alimên Filistînê Dr. Newwaf Tekrûrî bi sernavê "Rola Qudsê ya di Yekîtîya Ummetê de" pêşkêşî kir.

Tekrûrî destnîşan kir ku yekitiya ummetê ji bo azadkirina Qudsê xwedî girîngiyeke mezin e û wiha got: " Ger Kabe hêla me ya  nimêja me be, Mescîda Eqsa jî hêla me ya cîhadê ye. Ummet ji bo Qudsê yek e. Dilê Mescîda Eqsaya û Qudsê ji bo azadbûna ummetê yek e. Ji ber vê yekê Quds xala ku ummetê digihîne hev e."

"Hemû ummet dikarin li pişt Pêxember serketinê bi dest bixin"

Tekrûrî bi bîr xist ku Hz. Muhammed  ji temamê pêxemberan re melatî kiriye û dû re wiha got: “Ev nîşanî me dide ku divê ummet bibe yek. Û nîşanî me dide ku tişta ku dê ummetê bike yek Quds, Mescîda Eqsa ye. Ger em dixwazin rizgariyê bi dest bixin, helbet divê em li pey pêxember bin. Hemû ummet dikarin li pişt Pêxember serkeftinê bi dest bixin. Quds bang li me dike ku em bibin yek. Kabe jî heman tişt e. Dema ku em bibin yek em dikarin Qudsê azad bikin.  Ji ber vê yekê Quds ew xal e ku ummetê tîne bal hev.”

"Xala herî mezin a serkeftina Selahedîn ew e ku wî hemû misilmanan di warê siyasî de kir yek"

Tekrûrî amaje bi wê yekê jî kir ku Hz. Omer dema dest bi xistina Qudsê kir hemû artêş di bin yek alekê de kom kir û wiha got: "Ger di bin yek alekê de şer bê kirin Quds dikare bê azadkirin. Dema Nûredîn Zengî dest bi rizgarkirina Qudsê kir, girîngiya Qudsê hewl da di nav însanan de cih bigire. Amadekariyên xwe bi vî rengî kir.Xala herî mezin a serkeftina Selahedîn ew bû ku hemû misilmanan di warê siyasî de kir yek. Paşê Quds ji xwe hat fetihkirin."

"Tişta ji me tê xwestin ne xwedî heman mezhebê ye"

Tekrûrî di dawîya axavtina xwe de got: "Tişta ku ji me tê xwestin ne ew e ku em xwedî heman mezhebê bin. Dibe ku mezheba me cuda be. Ya girîng yekîtiya me ya siyasî ye. Divê di hişmendiya umetê de ev tişt bên dîtin: Têkiliya di navbera yekitiya ummetê û azadiya Qudsê hevaheng e. Yekitiya me dê Qudsê feth bike, xalên ku me digihînin hev, ji cudahiyên ku me ji hev vediqetînin pir zêdetir in. Ger ew tiştên ku  em li ser wan li hev dikin pir bin, çima em li ser xalên cuda birawestin.” (ÎLKHA)