Di kuçeyên Kîevê de pevçûn cardin dest pê kirin

Ji teref Hêzên Çekdar yê Ukraynayê ve daxuyanîyek hat belavkirin û hat destnîşankirin ku di kuçeyên bajara Kîeva paytexta Ukraynayê de pevçûnên kuçeyan dest pê kir.

Ekleme: 26.02.2022 11:55:28 / Güncelleme: 26.02.2022 11:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji niha û pê ve di kuçeyên bajêr de pevçûn hene.”

Di daxuyanîyê de daxwaz hat kirin ku bila xelq di sitergaha de bimînin, ji balqon û paceyan jî dûr bisekinin.

Li navenda Kîevê dengên çekan tê.

Li Meydana Maîdanê dengê teqînekî mezin hat, li herêma Troîeshchynaya bajêr gelek teqîn pêk hatin.

Li gorî serwîsa taybet ya Ukraynayê, pevçûn di nêzê sentrala ceryanê ya li herêma Troîeshchynaya bajêr de berdewam dikin. Tê texmînkirin ku armanca êrîşê dibe ku bajarê bêceryan bihêlin.

Hat destnîşankirin ku li nêzê balafirgehekî yê ku li Vasîlkîvê ye pevçûnên bi şîddet pêk hatin. Tê texmînkirin ku çetirbazên Rus di encama ku êrîş li Kîevê bê kirin de vê balafirgehê bikarbînin. (ÎLKHA)