Êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê li gelek welatan hat protestokirin

Ji êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê tê kirin re li seranserê cîhanê bertek hat nîşandan.

Ekleme: 26.02.2022 09:40:27 / Güncelleme: 26.02.2022 09:40:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dijberên şer li ber nûnertiyên Rûsyayê yan jî li cihên sembolîk ên bajarê ku lê ne li hev civiyan û êrîşên Rûsyayê protesto kirin.

Di çalakiya ku li paytexta Îspanyaya Madrîdê hat lidarxistin de, rola NATO'yê ya di dagirkeriyê de hat rexnekirin.

Li Romaya paytexta Îtalyayê li ber Koloseumê çalakî hatin lidarxistin.

Li Buenos Aireseya paytexta Arjantînê, hejmareke zêde ya xwepêşanderan ku welatiyên Ukraynayê jî di nav de bûn, heta Balyozxaneya Rûsyayê ya li bajêr meşiyan.

Li Londona paytexta Îngilîstanê xwepêşander li derdora avahiya serokwezîrtiyê kom bûn û xwestin ku li dijî Rûsyayê mueyîdeyên zêdetir bên dayîn.

Li Portekîzê, bi sedan xwepêşander daxwaza cezayên zêdetir li dijî Rûsyayê kirin.

Ukrayniyên ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dijîn, li Meydana Lafayette ya li hemberî Qesra Spî pankartên bi nivîsa "Rûsya rawestînin" û "Rûsya ji SWIFT'ê re asteng bikin" vekirin.

Li Atînayê bi sedan xwepêşandêr bi peyamên xwe yên li dijî şer ber bi Sefaretxaneya Rûsyayê ve meşiyan.

Gelek kes li ber Sefaretxaneya Rûsyayê ya Stenbolê kom bûn. Li Îzmîrê banga "Tengavê ji keştiyên Rûsyayê re bila bê girtin" hat kirin. (ÎLKHA)