43 welatan daxuyaniya hevpar belav kir

Piştî Rûsyayê biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) veto kir, ji 43 welatan daxuyaniyeke hevpar hat belavkirin.

Ekleme: 26.02.2022 09:20:29 / Güncelleme: 26.02.2022 09:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas Greenfield di xwendina daxuyaniya hevpar a ku ji aliyê 43 welatan ve hatiye îmzekirin de wiha got: "Bernameya jiyanî ya girîng bû, li ser wê yekê bû ku gelo welat dikarin aştî û ewlehiya navneteweyî di konseyê de biparêzin û baweriya wan bi peymana Neteweyên Yekbûyî heye yan na."

Nûnertiya Daîmî ya DYA'yê diyar kir ku Rûsyayê di dengdayînê de bi biryara vetoyê desthilatdariya xwe îstîsmar kir û got, "Li vir ê êrîşkar Serok Pûtîn e. Rêyeke din a navîn nîne.”(ÎLKHA)