Rûsya: Li Ûkraynayê 211 avahiyên binesaziya leşkerî hatin rûxandin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di operasyona leşkerî ya li Ukraynayê de 211 tesîsên binesaziya leşkerî hatin îmhakirin.

Ekleme: 26.02.2022 08:25:29 / Güncelleme: 26.02.2022 08:25:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov derbarê operasyonên leşkerî yên Rûsyayê yên li Ukraynayê de daxuyanî da.

Konaşenkov diyar kir ku yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê bajarokên Konotop û Sûmî yên ku bi qasî 300 kîlometreyan li rojhilatê Kîevê ne, girtin û got, "Yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê ji bo ewlehiya gelê sivîl ên li van bajaran û wargehên derdorê tedbîran digirin."

Konaşenkov destnîşan kir ku hêzên Rûsyayê di operasyonên xwe yên leşkerî yên li Ukraynayê da bi tevahî 211 tesîsên binesaziya eskerî yên artêşa Ukraynayê îmha kirin û wiha got: “17 navendên fermandariyê, 39 qereqolên radar, 19 pergalên moşekan ên parastina hewayî, 16 pergalên fuzeyê yên piralî, 5 bêpîlot, balafirên hewayî, 6 balafirên şer, 1 helîkopter, 67 tank û 87 erebeyên leşkerî hatin rûxandin.” (ÎLKHA)