Efxenîstan ji Rusya û Ukraynayê re banga dîyalogê kir

Wezareta Karên Derve yê Efxenîstanê, ji Rusya û Ukraynayê re, ji qrîza ku di navbera wan de heye re banga “Qrîzan, bi rêya dîyalog û aştîyanîyê çareser bikin” kir.

Ekleme: 25.02.2022 16:09:58 / Güncelleme: 25.02.2022 16:09:58 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Abdulqahhar Belhîyê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Efxenîstanê, derheqê êrîşkirina Rusyayê yê li Ukraynayê de di hîsaba medyaya xwe ya civakî de daxuyanîyek belav kir.

Belhî di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku hikumeta Efxenîstanê ji zêdebûna mirina sîwîlan endîşe dike û meseleya ku li Ukraynayê pêk tê jî di nêz de teqîp dike û lazim e ku her du alî jî gavên xwe bi paşve bavêjin û weha got, “Lazim e ku hemû alî jî, ji pozîsyonên ku şîddetê zêde dike vegerin.”

Belhî di berdewama axavtina xwe de dîyar kir ku ew li hember mesela Rusya û Ukraynayê polîtîkeya derve yê bêalî dişopînin, ew ji Rusya û Ukraynayê re jî banga “Qrîzan, bi rêya dîyalog û aştîyaneyê çareser bikin” kir.

Belhî di dawîya daxuyanîya xwe de ji herdû alîyan jî daxwaz kir ku bila ew ji xwendekarên Efxenî yên ku li Ukraynayê dijîn û koçberan re temînkirina ewlehîyê kir. (ÎLKHA)