Gel ji bo Qudsê daket meydanan: Xala herî bi qewet a ku dê ummetê bîne ba hev Quds e

Di serî de li Diyarbekir, Êlih û Stenbolê û bi giştî li tevahîya welêt ji ber minasebeta Hefteya Qudsê ya Cîhanê daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî hat tertîpkirin.

Ekleme: 25.02.2022 15:50:34 / Güncelleme: 25.02.2022 15:50:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

                    

Daxuyanîyên çapemenîyê yên girseyî ya ku Weqfa Evîndarên Pêxember û ÎTTÎHADUL ULEMA jê re pêşîvantî dikir piştî nimêja înê li ber devê mizgeftên ku lê nimêja înê hat kirin, hatin tertîpkirin ku ji mezin û biçûkan bigirin heta ciwan û îxtîyaran gelek kes beşdarî daxuyanîyê bûn.

Li Diyarbekirê  ji Harekata Îxwanul Muslîmîn Abdulxaliq Şerîf, ji Yekîtîya Alimên Erîtreyê  Hesen Selman, ji Yekîtîya Alimên Yemenê Abdullah Zîndanî, ji Yekîtîya Alimên Tirkistana Rojhilat Abdulwaris Hoten, ji Harekata HAMASê Aktîvîst Tellal Nassar û Serokê Yekîtîya Alimên Efxanistanê Abdussabur Abbasî jî beşdarî daxuyanîya çapemenîyê yên girseyî bûn.

“Çavên Qudsê li rêya wan ewladên cesûr ên ummeta ku Selahaddînan ji nav xwe derdixin e”

Di destpêka daxuyanîya ku hat xwendin de hemd û sena li Xweyê ku Rebbê aleman e û selam û selam li ser Pêxemberê me Hz. Muhammed  hat kirin û dû re wiha hat gotin: “Qudsa ku qibleya ewil a ummetê ye bi dehan salan di bin esareta dijminên şedîdtirîn de dinale û di bin lingên qirêj ên qatilên siyonîst de tê eciqandin.Qudsa ku lê Pêxemberê me nimêj kiriye û ji wê derê derketiye Mîracê li benda Selahaddînên nû ye. Çavên Qudsê li rêya wan ewladên cesûr ên ummeta ku Selahaddînan ji nav xwe derdixin e. Û dipirse ew ê Selahaddînên nû kengî werin!Ey zarokên Selahaddînî!Ey zarokên Fatîhî! Hûn kengî bibin yek û wek kalê xwe Selahaddîn û Fatîh wan hovên siyonîst û kerîyên xaçperestên ku bûne bela serê alema Îslamê def bikin? Hûn ê wan kengî bişînin cihê ku ew jê hatine?Ey ummeta Îslamê!Ey gelên Misliman! Ey Kurd, Ereb, Tirk, Faris û ewledên din ên ummeta Îslamê! Ey alim, xatîb, rewşenbîrên vê ummetê û Mislimanên ku xelasîya ummetê ji xwe re kirine derd! Esareta li ser Qudsê esareta li ser ummetê ye. Xelasîya Qudsê xelasîya ummetê ye. Quds xala herî bi hêz e ku ummet dikare li dora wê bibe yek.Doza Qudsê, doza hevpar a ummetê ye. Encax bi vê dozê Misliman dikarin; bibin xwedîyê izzetê, di nav xwe de wehdetê  de saz bikin, dikarin dijminên şedîdtirîn mahkûmî zilletê bikin. Xwedî derketina li Qudsê, di rojevê de girtina wî û ji bo rizgarkirina wê xebatkirin li ser temamê Mislimanan ferz e  û doza namûsê ye.Xelaskirina qibleya ewil a ji îşxala siyonistên ku  bi tabîra Qur’ana Kerîm dijminê herî mezin a ummetê ye, deynê stûyê me ye. Divê di her kêlî û her cîyî de temamê îmkanan bên seferber kirin û xwedîtî li doza Qudsê  bê kirin. Dîsa di nav xelkê de xebat bê kirin da ku xelk jî bibe xwedîyê vê şûûrê.”

“Em wek nevî û warisên Selahaddîn Eyyûbî ji bo rizgarîya Qudsê amade ne ku temamê bedelan bidin”

Di daxuyanîya ku tê de hat diyarkirin ew wek Mislimanan amade ne ji bo Qudsê temamê bedêlan bidin û dû re wiha hat gotin: “Em wek nevî û warisên Selahaddîn Eyyûbî ji bo rizgarîya Qudsê amade ne ku temamê bedelan bidin.Ev doz ne doza Ereb, Kurd, Tirk, Faris û qewmeke din e; ev doza Qudsê doza hevpar a temamê qewmên di nav Ummeta Îslamê de ne. Azadî û rizgarkirina Qudsê jî bi wehdeta ummetê mumkun e.Em ji vê derê bang li îdarevanên welatên Îslamê dikin;îsraîlê siyonist projeyeke hêzên Xerbî ye.Xençereke bi jehr e û di qelbê alema Îslamê de hatiye çikandin. Xaçperestên Xerbî yên ku dixwazin alema Îslamê îşxal bikin, dewlemendîyên wê talan bikin,  gelên Misliman êsîr bistînin bi wasitaya çeteya siyonist Mislimanan dabeş dikin û tovê fitn û fesadîyê di nav Mislimanan de direşînin.”

“Bi vê çeteya terorê re danîna pêwendîyên siyasî, leşkerî û aborî ji Mislimanan re û ji doza Qudsê re îxanet e”

Di bedewama daxuyanîyê de bal hat kişandin li ser asayîbûna pêwendîyên bi şebekeya îşxal û terorê re û dû re derbarê mijarê de wiha hat gotin:Îdarevanên welatên Mislimanan divê temamê pêwendîyên xwe yên bi vê çeteya îxanetê ya ku darbe li hêza alema Îslamê dixin û li dijî emperyalîstan Misliman zeîf dikin bi temametî qût bikin. Dîsa divê îdarevanên welatên  Mislimanan  vê çeteya ku Qudsa qibleya ewil a Mislimanan îşxal kiriye nas nekin û temamê balyozxaneyên xwe û buroyên xwe yên îrtîbatê bigirin. Bi vê çeteya terorê re danîna pêwendîyên siyasî, leşkerî û aborî ji Mislimanan re û ji doza Qudsê re îxanet e. Divê îdarevanên welatên Mislimanan vê îxanetê li xelkê xwe nekin û dawî li vê xefleta ku wek xetereyeke mezin li ber ummetê ye bînin!”

“Bila dost û hevalên we ew kes bin ku xwedîtî li doza Qudsê dikin”

Di berdewama daxuyanîya ku hat xwendin de hat destnîşankirin ew destekê didin temamê xebat û xizmetên ku ji bo azadîya Qudsê tên kirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Em ji vê derê bang li xuşk û birayên xwe yên Misliman jî dikin! Bes ne bi gotinê bi kirinên xwe jî xwedî li doza Qudsê derkevin! Hûn ji kîjan qewm, partî û camîayê dibin ferq nake; tev li dora Qudsa ku doza hevpar a ummetê ye bicivin û xwedî li vê dozê derkevin. Li ser îdarevan û lîderên xwe bibin hêmana zextê  da ku ew dawî li pêwendîyên xwe yên bi çeteyên siyonist re bînin.Xuşk û birayên me yên Misliman! Ji bo selametîya ummetê û ji bo xelasîya Mescîda Eqsaya ku qibleya me ya ewil e milê xwe bidin bin vî barî! Di warê aborî, siyasî û warên din de çeteyên siyonîst boykot bikin! Berhemên wan boykot bikin, vê boykotê li derdora xwe belav bikin û di vî warî de ji derdor, malbat û cîranên xwe re bibin mînak.Emanet emanet ji çekên siyonîstan re nebin berik. Berhemên wan nestînin û ji cinayetên wan re nebin şirîk!Xuşk û birayên me yên Misliman! Bila dost û hevalên we ew kes bin ku xwedîtî li doza Qudsê dikin. Bila ew kesên ku terefdarên doza Qudsê ne dostên we bin û bila ew kesên ku ji doza Qudsê re dijmintîyê dikin jî dijminên we bin. Bila haya we jê hebit ku ew kesên ku ji doza Qudsê re îxanetê dikin li ummetê îxanetê dikin; dîsa ew kesên ku bi siyonistên ku Qudsê îşxal kirine re hevkarîyê dikin zanibin ku bi dijminên Îslamê re hevaltîyê dikin.”(ÎLKHA)