Li Endonezyayê di mezinahîya 6,2yan de erdhej

Li Girava Sumatraya Endonezyayê di mezinahîya 6,2yan de erdhej pêk hat, di encama erdhejê de herî kêm 2 kes canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 25.02.2022 12:10:12 / Güncelleme: 25.02.2022 12:10:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erdhej li bakura Girava Sumatrayê 12 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Hat destnîşankirin ku erdhej li Malezya, Sîngapur, Rîau û wîlayetên Sumatraya Bakur jî hat hîskirin, lê derheqê tsunamîyê de hişyarî nehat dayîn.

Di encama erdhejê de herî kêm 2 kes canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Ji cîhê erdhejê re jî gelek ekîbên mideheleya acîl hatin sewqkirin. (ÎLKHA)