Pûtîn û Macron li telefonê axivîn

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re bi telefonê axivî.

Ekleme: 25.02.2022 10:25:26 / Güncelleme: 25.02.2022 10:25:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Macron diyar kir ku daxwaza hevdîtinê ji aliyê Serokê Ukraynayê Vladîmîr Zelenskî ve hatiye kirin, ku nekarî bi Pûtîn re hevdîtin pêk bîne, Macron got ku ew dixwazin Putîn dawî li operasyonên leşkerî bîne.

Macron got ku dema ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn xwe amade dikir ku êrîşî Ukraynayê bike, ew di peywendiyên telefonê yên ku li ser hûrguliyên Peymana Mînskê gotûbêj kirin de durû bû.

Macron got, "Pûtîn dixwaze me vegerîne serdemên emperyal û pevçûnan" û destnîşan kir ku ew dê 300 milyon euro alavên leşkerî bidin Ûkraynayê. (ÎLKHA)



Etiketler: