Li Rûsyayê li dijî şer xwepêşandan hatin lidarxistin

Piştî midaxeleya leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê, xwepêşandanên li dijî şer li derdora 50 bajarên Rûsyayê hatin lidarxistin.

Ekleme: 25.02.2022 09:35:25 / Güncelleme: 25.02.2022 09:35:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gelek bajarên Rûsyayê, operasyona leşkerî ya li dijî Ûkraynayê ya bi biryara Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn hat protestokirin.

Kesên li qadan kom bûn pankartên li dijî şer vekirin û li dijî Serok Pûtîn dirûşmeyan avêtin.

Di hin xwepêşandanan de di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûn derket.

Di çalakiyan de bi sedan kes hatin binçavkirin.

Li gelek bajarên Ewropayê jî çalakiyên li dijî şer hatin lidarxistin. (ÎLKHA)