Platforma Nesla Qur’anê: Rêyekî tenê heye ku Qudsê azad bike ew jî wehdeta ummetê ye

Platforma Nesla Qur’anê bi minasebeta “Hefteya Qudsê ya Cîhanê” daxuyanîyeke çapemenî da, di daxuyanîyê de bal kişand ku rêyekî tenê heye ku Qudsê azad bike ew jî wehdeta ummetê ye.

Ekleme: 24.02.2022 16:20:30 / Güncelleme: 24.02.2022 16:20:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

video

Mehmet Emîn Sutçuyê Berdevkê Platforma Nesla Qur’anê daxuyanîyê xwend, ew îşaret kir ku gavên ku ji bona wehdeta ummetê tên avêtin ji bona azadîya Qudsê jî tê avêtin.

“Ew al, li hêvîya fatîhekî yê ku ew ê wî ji ‘erdê rake”

Sutçu di axavtinê de destnîşan kir ku Quds welatê Pêxemberan e û wê welatê ku derdorê wî mibarek hatiye hesibandine û weha got, “Quds ala ummetê ye û ew al jî ji 100 salî zêdetir e li ‘erdê ye. Qudsa ku di bin îşxalê da ye nîşana zeafîyeta ummetê ye ku di demeke dirêj de ye ku mexlûb bûye. Wî alê ku Hezretî Omer danîbû û Seleheddîn jî ji nû ve rakiribû, hêvîya fatîhekî ye ku wî ji ‘erdê rake.”

Sutçu, di axavtina xwe de qal kir ku xelqê Filistînê, digel hemû mehrûmiyeta xwe di demên dawîn de bi wan micadeleyên ku didin, li hêvîya ummetê yê ku hindik mabû biqede ji nû ve şên kir, ew bi tevî îman û xîretê, şikandina perdên bi hesan car din jî ji dinyayê re nîşan dan.

“Qewetên wan ê esas, çek û teknolojîya wan nîne, belavbûna me ye”

Sutçu di berdewama axavtina xwe de weha got, “îsraîla sîyonîst, çi qas jî bi îmkanên xwe yên meddî pesnê xwe bide jî em wan baş nas dikin, Qewetên wan ê esas, çek û teknolojîya wan nîne, belavbûna me û xewa ku em tê da ne ye. Bî rastî jî dîrok şahide, ew ê ku muminan li hember neyarê wan bilindtir dike, pirbûna wan û çekên wan nîne, îman û kombûna li derdorê de’wa xwe yên ku pê bawerî anîne û pişt dane hev dû ye.”

“Lazim e ku mirov giranîyê bide wan xebatên ku armanca wan wehdet e”

Sutçu di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku îro, di serî de mesela Qudsê û çareserîya hemû meseleyên ummetê, diçe û tê dîsa jî li derdora wehdetê dîmine.

Sutçu axavtina xwe weha domand, “Bila baş bê zanîn ku, gavên ku ji bona wehdeta ummetê tên avêtin gavên ku ji bona azadîya Qudsê tê avêtin jî ye. Lazim e ku em dev ji vî halê ku zimanê me li ser mesela Qudsê yek e lê destê me ne yek e berdin, lazim e ku mirov giranîyê bide wan xebatên ku armanca wî wehdet e.”

“Em hemû xebatên ku ji bona de’wa Qudsê tên kirin manîdar dibînin.”

Sutçu di axavtina xwe de got ku ew alîkarîyê didin hemû bernameyên ku di Hefteya Qudsê ya Cîhanê de tên kirin û axavtina xwe weha zêde kir, “Par dawîya hefta meha Recebê ji teref Yekîtîya Alimên Misilman ên Cîhanê û Yekîtîya Alimên Filistînê ve ‘Hefteya Qudsê ya Cîhanê’ hatibû îlankirin û gelek bername hatibûn tertîpkirin. Di hefteya dawîn a meha Recebê ku ‘Hefteya Qudsê ya Cîhanê’ hatibû îlankirin de, em hemû bername û civînên ku ji bona de’wa Qudsê tên kirin manîdar dibînin û li gorî bawerîya me em alîkarîyê jî didin.”

“Em xelqê xwe ji bona ku alîkarîyê bidin bernameyan wan dawet dikin”

Sutçu du dawîya axavtina xwe de hemû xelqê dawetê bernameyên ku bên tertîpkirin kir û dawîya axavtina xwe de weha got, “Em bi navê Platforma Nesla Qur’anê, ji hemû xebatên ku em bawer dikin wan xebatan ji bona armanca dewa Qudsê xizmetê dikin re bi dil û canê xwe alîkarî didin; hemû xelqê xwe jî dawetê bernameyên ku di encama ‘Hefteya Qudsê ya Cîhanê’ de bên tertîpkirin dikin û daxwaz dikin ku bila alîkarîyê bidin wan bernameyan.” (ÎLKHA)