Li Wanê 347 kîlogram eroîn hat bidestxistin

Li navçeyên Edremît û Îpekyoluyê 2 operasyonên cuda hat kirin, di encama operasyonan de 347 kîlogram eroîn hat bidestxisin.

Ekleme: 24.02.2022 15:05:34 / Güncelleme: 24.02.2022 15:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Midirtîya Ewlehîya Bajar ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Di encama xebatên ku Midirtîya Şubeya Micadeleya Sûcên bi Narkotîkê yê Midirtîya me, li navçeyên Îpekyolu û Edremîtê bi kuçikên dedektora narkotîkê operasyon hat kirin, di encama operasyonê de bi tevahî 347 kîlogram eroîn hat bidestxistin.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku derheqê 3 kesên şikdar de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)