Bîden, bi Zelenskî re li ser telefonê hevdîtinek kir

Joe Bîdenê Serokê Amerîqayê bi Vladîmîr Zelenskîyê Serokwezîrê Dewleta Ukraynayê re li ser telefonê hevdîtinek kir.

Ekleme: 24.02.2022 10:30:31 / Güncelleme: 24.02.2022 10:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bîden derheqê hevdîtinê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku ew cardin li hember êrîşên Rusyayê ku li Ukraynayê dike alîyê Ukraynayê ne û ew vê êrîşê jî şermezar dikin.

Bîden di berdewama daxuyanîya xwe de got ku ew Zelenskî derheqê şermazarîyên ku navneteweyî û bi tevî Civînên Konseya Ewlehîya Koma Miletan yê ku îro bicive de tên kirin agahdar bike.

Bîden di daxuyanîyê de weha got, “Zelenskîy ji min daxwaz kir ku ez serokên cîhanê gazî bikim ku bila alîkarîyê bidin Ukraynayê û bila li hember vê êrîşa Rusyayê bisekinin. Ez ê îro bi serokên G7yê re jî hevdîtin bikim, ew ê Amerîqa û hevparên wî û mittefîqên wî mueyyîdeyên giran li Rusyayê bike. Em ê ji Ukraynayê re û ji xelqê Ukraynayê re alîkarên xwe berdewam bikin.” (ÎLKHA)