Li Hîndîstanê di febrîqeya agirbazîyê de teqîn: 7 mirî û 12 birîndar

Li wîlayeta Hîmaçal Pradeşa Hîndîstanê di febrîqeyeke agirbazîyê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de herî kêm 7 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 22.02.2022 16:25:33 / Güncelleme: 22.02.2022 16:25:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, teqîn li herêma senayîyê ya Sîmlaya paytexta wîlayeta Hîmaçal Pradeşê pêk hat.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku di febrîqeyeke agirbazî de teqîneke ku sedema wê hê nayê zanîn pêk hat û piştî teqînê jî şewat derket.

Di berdewama daxuyanîyê de hat gotin ku di encama teqînê de heta niha herî kêm 7 kes canê xwe ji dest dan û jê gelek giran 12 kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku ekîbên îtfaîyeyê şewatê kirin bin qontrolê. (ÎLKHA)