Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 5 milyon û 910 hezar kesan

​​​​​​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 5 milyon û 910 hezar û 101 kes mirin.

Ekleme: 22.02.2022 10:50:29 / Güncelleme: 22.02.2022 10:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane 5 milyon û 910  hezar û 101  kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  426  milyon  û  525  hezar û 626 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 960 hezar kesan.(ÎLKHA)