Qeza li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa ku şofêrê wê Murat Çakmak bû û tê de karker hebûn ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir gindirî şarampolê.
Di encama qezaya ku pêk hat de 40 kes birîndar bûn. Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)